Ji 17 welat û ji 15 neteweyan 200 enternasyonalîst bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû û ji êrîşa ser Efrînê re êdî bes e’ 8’ê Sibatê li Luxembûrgê dane destpêkirin di roja 3’an de berdewam dike.
Meşvanan şeva xwe li bajarê Talangê derbas kirin. Meşvan vê sibehê ber bi Metzê ketin rê. Di meşê de ji Amerîkaya Latîn, welatên Skandinavya, Portekîz, Spanya û gelek welatên dî akademîsyen bi cihê mola û manê kirin qadên parvekirina hevpar. Meşvanan weke roja pêşî civîn kirin, komun danîn û jiyanê par ve dikin.
Meşvanan ji cihê ku derbas dibin tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Bi vê mebestê danezanan belav dikin û daxwazên xwe diyar dikin. Yekşemê wê beşa Fransa biqede û li Cinêvê ya Lozan a Swîsreyê bidome. 16’ê Sibatê li ber NY’yê wê mîtîng û çalakiyeke rûniştinê were kirin.
‘MEŞA ME SERKEFTÎ DIDOME’
Li ser navê Komîteya Amadekar a Meşê Şivan Zerdeştî got meşa wan serkeftî ye û got, ‘’Di rojan 3’yan de girse zêdetir bûye. Kelecaniyeke mezin heye. Li gorî salên bihurî xilbetir e. Ji bo vê jiyana hevpar û parvekirinê 10 komun hatin avakirin. Her kes di komunekê de ye û jiyanê par ve dike.’’
Zerdeşt got, ‘’Dîsa bi van komunan wê semîneran bidin. Her kes wê têkoşîna şoreş û azadiyê ya welatê xwe bibêje. Piştî sibeh meş wê li Lozan û Cinêvê dest pê bike. Yek ji xala ku her kes li ser hemfikir e geşkirina hevgirtinê ye.’’
HEVDÎTINA BI PARLAMENTERÊN FRANSIZ RE
Her wiha li ser navê meşvanan şandeyek hevditinan dike. Îro jî li ser navê meşvanan Nûnera Tevgera Jina Kurd a Navnetwî Nursel Kiliç bi şandeyekê re, ji Katalanan Marta Peres, ji Spanya Neyara Ernandest bi parlamenerê partiya La Repûblîque En Machle ê partiya hikûmetê Ludovîc Mendeş re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de hate gotin ku Tirkiye li Efrînê sivîlan dikkuje. Kiliç rexne li têkiliyên Serokkomarê Fransayê Macron û Tirkiyê anî û got, ‘’Li Rojava Fransa li gel ku bi YPG’ê re li dijî DAÎŞ’ê tifaqê datîne jî bi li ser komkujiyên Tirkiyê yên li ser Efrînê bêdeng e. Ev êrîş li gorî hiqûqa navnetewî sûc e. Fransa li dijî Tirkiyê dive bibe xwedî helwesteke zelal. Ji ber ku li dijî sivîlan çekên kîmyewî dixebitînin.’’
Çalakvana Katalan Marta Peres got pergala Rojava ji bo hemû gelan hêvî ye û got, ‘’Ji van êrîşan em pir bifikar in.’’
Parlamenterê Fransaiz Mendes jî li dijî êrîşên Tirkiyê rawestiya û got, ‘’Ez ê di komîsyona karê derve yê Fransayê de xebatan dikim. Jixwe hikûmeta me di vê mijarê de dilbike. Em ê zêdetir bikin. Divê Tirkiye demildest van êrîşan rawestîne. Li wir mirovên sivîl ziyanê dibînin.’’