Meşa dirêj a ji bo Efrînê di roja 3. de ye

Meşvanên Lozan-Cenevreyê tevî serma û seqemê dest bi roja sêyemîn a meşa xwe kirin.

Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga li Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê dest pê kir, dewam dike.

Zêdeyî 1000 meşvan ku 200 enternasyonalîstên ji gelek welatan di nav de cih digirin, ji bajarê Gland ê Swîsreyê dest bi beşa sêyemîn a meşa xwe kirin.

Meşvan tevî hewa sar jî bi gotina stran û sirûdan ber bi Cenevreyê ve bi rê ketin.

Her ku meşvan nêzî Cenevreyê dibin, hejmara beşdaran jî zêde dibe.

Enternasyonalîstên tevlî çalakiyê bûne, işaret bi êrîşên li ser Efrînê kirin û gotin, "Ev êrîşên dagirkirina Efrînê her wiha êrîşên li dijî nirxên mirovahiyê ne."

Meşvan piştî ku bi 17 kîlometreyan meşiyan wê îro danê êvarê li bajarê Copettes ê Swîsreyê bêhnê vedin.