Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakur Zekî Şengalî bi bîr anîn

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji malbata Zekî Şengalî, civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd xwest.

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê li ser şehadeta Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî daxuyaniyek weşand.

Koordînasyonê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê bi tundî şermezar kir û got, "Mixabin di encama vê bêbextiyê de me stûna xwe, Rêberê xwe yê Êzîdxanê winda kir. Lê bila dijmin zanibe ku Mam Zekî Şengalî bi hezaran Zekî Şengalî li şûna xwe hiştiye."

Di daxuyaniyê de Zekî Şengalî hate bibîranîn û hate gotin, "Mamê hêja bila çavên te qet ne vekirî be. Tovên ku te li Êzîdxanê reşandiye, îro li ser soza xewn û xeyalên te ne."