Marcha: Paşeroja me di nava şoreşa Rojava de ye

Sarah Marcha ku ji Fransayê tevlî meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê bûye got, gelên Ewropayê êdî sîstemên serdest ên li ser wan tên ferzkirin qebûl nakin û li cem tevgera Kurd cih digirin.

Meşa dirêj a ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga li Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina komkujiyên li Efrînê dest pê kir, di roja sêyemîn de ye. Zêdeyî hezar kes dimeşin ku komek ji 200 enternasyonalîstên ji welatên cuda jî di nav de ye. Akademîsyena Fransayî Sarah Marcha ku par jî tevlî meşa Luksembûrg-Strasboûrgê ya bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" bû, îsal jî cihê xwe di meşa dirêj de digire.

'JI BO TEVGERÊN ŞOREŞÊ YÊN CÎHANÊ HÊVIYEKE MEZIN E'

Sarah Marcha ku di meşê de bi enerjî û baweriya xwe balê dikişîne, ji ANF'ê re qala sedemên tevlîbûna xwe ya li vê meşê kir. Marcha bi bîr xist ku bi daxwaza "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ew tevlî meşa dirêj a sala 2017'an bûbû û got, "Li gorî par, enternasyonalîst bi 4 qatî zêdetir tevlî meşa dirêj a îsal bûne. Ev meş di encama karê me yê hevpar de pêk hat. Bi ê yekê gelekî kêfxweş bûm. Hûn îro li vê derê dikarin mirovên ji her devera Ewropayê bibînin. Ev yek ji bo tevgerên şoreşê yên cîhanê hêviyeke mezin e."

'PARADÎGMAYA OCALAN LI EWROPAYÊ DENG VEDIDE'

Marcha heyraniya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û diya rkir ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Ocalan êdî li Ewropayê deng vedide û li nava gelan tê nîqaşkirin. Marcha da xuyakirin, Ewropa ji aliyê siyasî ve gelekî xitimiye û got, "Li Ewropayê bi taybetî ciwan li ser paradîgmaay tevgera Kurd nîqaşan dikin. Ji ber ku ev paradîgma ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, her wiha ji bo Ewropayê jî çavkaniyeke mezin a hêviyê ye."

'MÎNA KU SAKÎNE CANSIZ DIGOT; TI TIŞT NEPÊKAN NÎNE'

Marcha got, êrîşên li ser Efrînê kirin ku ciwanên li Ewropayê hê bêhtir bala xwe bidin ser tevgera Kurd û wiha dewam kir: "Ciwanên Kurd, PYD, enternasyonalîst îro li vir bi hev re dimeşin. Ev yek serketineke mezin e. Vê yekê atmosfereke mezin afirand. Bi vî rengî em bi hev re tevdigerin. Mîna ku Sakîne Cansiz digot, 'Ti tişt nepêkan nîne'. Ev meş ne tenê meşa nava van koman e. Bi saya vê hevpariyê, mirovên ji çand, bawerî, gel, îdeolojî û nêrînên cuda ji bo heman armancê bi hev re dimeşin."

'WÊ BIBÎNIN KU GELÊ EWROPAYÊ BI ŞOREŞA ROJAVA RE YE'

Marcha işaret bi girîngiya meşa ber bi Neteweyên Yekbûyî ve kir û got, "Neteweyên Yekbûyî ji bo serdestan cihekî sembol e. Bi vê meşa xwe em nîşan didin ku gelên Ewropayê polîtîkayên Ewropayê û Tirkiyeyê qebûl nakin. Em weke gelên Ewropayê, demokrasî û Kurdên li Rojava diparêzin û di her şert û mercî de bi wan re ne. Neçar in me bibînin."

'TEVGERA KURD PÊŞENGIYÊ JI ME RE DIKE'

Sarah Marcha diyar kir, tevgera Kurd ji aliyê îdeolojîk û pratîkî ve pêşengiyê ji tevgerên şoreşê yên Ewropayê re dike got, tevgera Kurd ji bo ciwanên Ewropayê bi rola hêza bingehîn radibe. Marcha destnîşan kir ku bi saya paradîgmaya tevgera Kurd, ji nû ve bal çûye ser nirxên etîk û estetîk ên li Ewropayê winda bûne û wiha dewam kir: "Ya herî girîng jî şoreşa jinên Kurd bi taybetî jineolojiyê em gihandiye asteke cuda. Felsefeya Ocalan rê li ber me jinan vedike."

'JI BO ME CIHÊ RÛMETÊ YE KU EM BI KURDAN RE DIMEŞIN'

Marcha got, "Ji ber van hemû sedeman em bi rengekî vekirî şoreşa Rojava diparêzin" û bi dewamî got, "ji bo me cihê rûmetê ye ku bi tevger û gelê Kurd re dimeşin. Em spasiya tevgera Kurd û jinên Kurd dikin ji ber ku hêviya şoreşê û hezkirina şoreşgerî ji nû ve dan me."

'EM Ê TIMÎ BI GELÊ KURD RE BIN'

Sarah Marcha got, "Em îro ji bo Efrînê dimeşin, ji ber ku em baş pê zanin ku ya êrîş lê tê kirin ne tenê Efrîn e, êrîş her wiha li nirxên mirovahiyê û hêviya tevgerên şoreşê yên Ewropayê tê kirin. Berxwedana ji bo Efrînê divê bibe wezîfeyek ji bo hemû gelên cîhanê. Ji ber vê yekê em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Meşa me ya bi gelê Kurd re wê ne tenê ev meş be. Em ê timî bi tevgera Kurdan re bin ji ber ku paşeroja me di nava şoreşa Rojava de ye."