Mamosteyên Swêdî nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê dan

Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî Şaxê Stockholmê ya Federasyona Mamosteyên Swêdê Anders Johansson nerazîbûn nîşanî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê da ku beriya hilbijartinê êrîşên giran li HDP'ê dike.

Johansson diyar kir, rejîma Erdogan beriya hilbijartinên xwecihî ji bo karên HDP'ê yên hilbijartinê asteng bike endam û rêveberên partiyê digire û got, "Divê dewleta Tirk dawî li pêla girtinê bigire û HDP'iyên girtî beriya hilbijartinê berde."

Johansson got, "Rewşa Tirkiyeyê roj bi roj nebaş dibe. Li Tirkiyeyê mafên mirovan û demokrasî bi temamî ji holê rabûn." Johansson destnîşan kir, piştgiriya wan a ji bo HDP'iyan, akademîsyenan û mamosteyên li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin wê bidome.

Johansson di heman demê de endamê Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan ên li Tirkiyeyê ye ku li parlamenta Swêdê dixebite.

Johansson herî dawî got, ew piştgiriyê didin Leyla Guven û girtiyên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.