Hate hînbûn ku, Nebîna Araci ya ku di çalakiya li hemberî Qerekola Polîsan ya Yenîbosnayê de bi giranî birîndar bibû û hatibû binçakirin rastî îşkenceyê hatiye. Malbatên TAYAD’î bertek nîşanê binçavkirin û îşkenceyê da û wiha gotin: “Li welatê me gelê azadiya polîs ya qetilkirinê heye.”
Malbatên TAYAD’î daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku, di 8’ê cotmehê de li hemberî Qerekola Polîsan ya Yenîbosna çalakî pêk hatibû û piştî vê Nebîha Araci bi birîndarî hatibû binçavkirin û got Araci ji ber îşkence dîtiye bi giranî birîndare.
Araci destpêkê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoy û piştre jî biribûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Okmeydani.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî rakirin nexweşxaneyê hta fêmkirin ku di binçavan de rastî îşkenceya giran hatiye. Polîs bizanebûn tiştekî hişk li serê wê dabû. Li hemû bedena wê cihên darbê hene. Di encama vê îşkenceyê de paşê serê wê hemû hatiye şikandin. Rîska ku xwîn çûye ser mijê wê dikişîne. Lê hêjî di bin mudaxeleyê de digirin. Bi vê îşkenceyê armanca wan qetilkirine. Dema kirin binçavan demjimêr 22.00 bû. Lê dema birin nexweşxaneyê di demjimêr 02.00 bû. Gelo li welatê me azadiya polîsan ya qetikirinê heye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Paşê serê Araci ji ber ku darbeya giran lêdane şkestiye û ketiye hundir. Polîs rayeya îşkence û qetilkirinê ji AKP’ê digire. AKP ya ku li dijî vê bê denge bi qasî polîs sûcdare. Wendakirin, îşkence êdî polîtîkaya dewletê ye. Yên ku li Ferhat xistin û felckirin polîsin. Li derve digerin.
Em dê xwedî li Araci derkevin. Em li ber nexweşxaneyê li benda Araci bûn. Polîsan du rojan tundî li me kir. Roja yekşemê 18 kes hatin binçavkirin.
Ji tiştekî neyînî ku bê serê Nebîha Araci Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê berpirsyare. Em bang li hemû kesî dikin ku bila xwedî lil Araci derkevin û li dijî îşkenceyê derkevin.”