Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya xwe ya nobedê didomînin.
Bi navê malbatên berxwedêran, ji Serokê Konseya EKD'ê Prof. Dr. Heinrich Bedford-Strohm re nameyek hate nivîsandin. Di nameyê de hate bibîrxistin, ku ji bo aştiyê û bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ji 7'ê Mijdara 2018'an ve grevên birçîbûnê tên kirin. Hate ragihandin ku ji Tirkiyeyê heta Ewropa û Kanadayê li gelek deveran grev dewam dikin û berxwedêrên greva birçîbûnê jî di nav de rewşa tenduristiyê ya gelek çalakgeran di asta krîtîk de ye.
Di nameyê de hate bibîrxistin, daxwazên berxwedêran hîn bi cih nehatine anîn û hate gotin, ji bo hêzên ku biryara siyasî didin bikevin nava liv û tevgerê, malbatên berxwedêran zêdeyî hefteyeke li Berlînê nobedê digirin.
Malbatên berxwedêran ji Serokê Konseya EDK'ê Prof. Dr. Bedford-Strohm daxwaza hevdîtinê kirin.