MAK’ê li Geverê bi teqemeniyan li dijî polîsan çalakî lidar xist

MAK’ê ragihand ku wan di çarçoveya “seferberiya çalakiyên li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê” de li taxên Orman û Kişla yên Geverê li dijî polîsan bi teqemeniyên ku bi dest hatine çêkirin, çalakî lidar xist.

ÇALAKIYA MAK’Ê

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) daxuyaniyek nivîskî da û têkildarî çalakiyên li her du taxan, ev agahî parve kirin:

“Şeva 4’ê Hezîranê di derdora saet 00.00’an de Milîsên me li Geverê li dijî polîsên dewleta Tirk çalakî lidar xistin. Milîsên me li dijî polîsên faşîst ên ku qeyûm tayînî îradeya gel dikin û êrîşî gelê me dikin, li taxa Orman daketin qadan û di tevahiya şevê de li dijî polîsan şer kirin. Milîsên me bi bombe û teqemeniyên bi dest hatine çêkirin, polîs hedef girtin û demek dirêj nehêlan hêzên dijmin bikevin taxan û li ber xwe dan. Di encama çalakiyê de derbe li wesayîtên zirxî hatin xistin, Milîsên me jî li ser navê parastina îradeya gel berxwedana xwe domand.

Şeva 4’ê Hezîranê Milîsên me li taxa Kişla ya Geverê daketin qadan û li dijî polîsên Tirk ên dagirker şer kirin. Milîsên me li dijî derbeya siyasî, dest bi berxwedanê kirin û bi bombe û teqemeniyên bi dest hatine çêkirin bersiva êrîşa polîsan dan. Di dema berxwedan û şerê ku demek dirêj dewam kir de, derbe li polîsên faşîst hate xistin û Milîsên me jî îradeya xwe ya azadiyê parast.”

MAK’ê diyar kir ku wê çalakiyên wan li dijî ‘Erdogan û çeteyên wî’ dewam bikin û ev tişt got: “Ji vê saetê û şûnde her çalakiya ku li Kurdistanê bê kirin, rewa ye. Em bang li hemû ciwanên Kurd ên leheng û Milîsên xwe dikin, her çalakiya ku li dijî hêzên dewleta Tirk a hov û dagirker bê kirin rewa ye û divê ti kes nekeve nav fikaran. Her ciwanek Kurd divê bi ruhê têkoşîn û berxwedana Rêber Apo dakeve qadan û li dijî zihniyeta qeyûm bikeve nav seferberiya çalakiyan.”