MŞD'ê komplo şermezar kir û ji bo meşa Strasboûrg bang kir

MŞD'ê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û ji bo meş û mîtînga 17'ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), komploya 15'ê Sibata 1999'an ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li dijî gelê Kurd hate kirin bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk û hevkarên wê beriya niha bi 19 salan ji bo gelê Kurdistanê bê nefes bihêlin li dijî Rêberê Gelê Kurd komplo kirin.

MŞD'ê diyar kir ku li gel komplo, tecrîd û hemû êrîşan jî daxwaza Ocalan a ji bo aştî, biratî demokrasiyê îro li Şengalê, li Rojavayê Kurdistanê bi cih tê.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, faşîzma AKP-MHP û Erdogan a ku nikare xwe li vê yekê rabigire, piştî Şengal û Kobanê niha jî tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nûsra bi balafir, tank û topan êrîşî Efrînê dike û komkujiyên mezin tîne serê sivîlan.

MŞD'ê da xuyakirin ku Erdogan û çeteyên wî, qirkirina ku li Şengalê xwestin bikin lê ji wan nehatin, niha hewl didin li Efrînê bikin û bi deh hezaran Êzidiyên li Efrînê bikujin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîşa li ser Efrînê dewama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye û işaret bi bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropa, DYA û Rûsyayê hate kirin.

MŞD'ê destnîşan kir ku eger ev welatên navborî pêşî li êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Efrînê negirin, ew jî hevparên vî sûcî ne.

Di dawiya daxuyaniyê de komploya navneteweyî û êrîşa li ser Efrînê bi tunî hate şermezarkirin û ji bo meş û mîtînga 17'ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hate kirin.