MŞD: Civaka Êzidî dîrokeke nû dinivîsîne

MŞD'ê destnîşan kir, ku li Şengalê dîrok û jiyanek nû li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Êzidiyatiyê tê afirandin û got, "Ew paradîgma ya rastiyê ye, paradîgma azadiyê ye.

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, bal kişand ser bi dehan fermanên bi serê civaka Êzidî re rabûye û destnîşan kir, ku civaka Êzidî li hemberî van komkujiyan serê xwe daye, lê sira xwe nedaye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Civaka Êzidî xwedî li nirx, ax û dîroka xwe derketî, lê heta fermana 73'an kes xwedî li civaka Êzidî derneket."

MŞD'ê bibîr xist, ku beriya fermana 3'ê Tebaxa 2014'an civaka Êzidî ji PDK'ê re digot ku wê êrîş li hemberî wan bê kirin, lê belê PDK a ku li Şengalê xwedî hêzeke mezin a çekdarî bû, bi îdîaya 'wê Êzidiyan biparêzin' bingeh ji fermanê re amade kir.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo berjewendiyên xwe Êzidî kor, û lal hiştibûn. Kes nikare vê rastiyê veşêre û înkar bike. Di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de, weke rojeke reş qiyamet li Êzidiyan rabû. Nêzî 11000 hezar kesên çekdar ji bo parastinê li Şengalê bûn, lê belê guleyek neteqandin û vekişiyan. DAIŞ a hovane bi hezaran Êzidî kuşt, bi hezaran jin, keç û zarokên Êzidî êsîr girt û jinên Êzidî li bazarên koleyan firot."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa çekdarên PDK'ê ya 2'ê Adara 2017'an a li Xanesorê û hat gotin, "Êdî hevkariya AKP û PDK'ê baş zelal bû. Baş tê zanîn, hêzên tarîstanê DAIŞ projeya AKP'ê û hin welatên herêmê ye. Lê PDK jî şirîkatiya wê dike. Ev rastî di êrîşa dawî ya Xanesorê de xuya bû."

FERMANA 73'AN JI BO QIRKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ BÛ

MŞD'ê da zanîn, ku fermana 73'an ji bo qirkirina Civaka Êzidî hate kirin, lê Tevgera Azadiyê; gerîla û şervanên HPG/YJA Star, YPG û YPJ'ê pêşî li vê plan û projeyê girt, bi sed hezaran mirovên ji civaka Êzidî rizgar kirin.

MŞD'ê destnîşan kir, ku li Şengalê dîrok û jiyanek nû li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Êzidiyatiyê tê afirandin û got, "Ew paradîgma ya rastiyê ye, paradîgma azadiyê ye.

MŞD'ê işaret bi sazîbûna li Şengalê kir û got, "Êdî em statuyeke xweser ku mafê me ye dixwazin. Em desthilatdariyê naxwazin. Lewma dîrokek nû ji bo Êzidiyatiyê dest pê kiriye. Şengal Êzîdxan e, Şengal cihê hemû Êzidiyên li cîhanê ye. Em ê xwedî li berxwedana Şengalê û li hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ'ê derkevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê zextê li qada navneteweyî bikin, ku bi erka xwe ya mirovahiyê rabe û hat gotin, "Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat, hemû şehîdên Şengalê, şehîdên Kurdistanê bibîr tîne û roja reş şermezar dike."