Lîreyê Tirk qulopanî bûye: Bihayê Dolar û Euro her zêde dibe
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî kêm dibe. Bihayê Euro û Dolar îro jî li pêşberî Lîreyê Tirk gihîşt asta rekoreke nû.
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî kêm dibe. Bihayê Euro û Dolar îro jî li pêşberî Lîreyê Tirk gihîşt asta rekoreke nû.
Bi destpêkirina bazarê re qîmetê Dolar ê li pêşberî Lîreyê Tirk gihîşt 3,7729'an, ku ev yek asta herî bilind a heta roja îro ye.
Euro jî cara yekemîn ji asta 4 TL'yî bihurî.
Tê payîn zêdebûna bihayê Euro û Dolar ji ber krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê dewam bike.