Li zanîngehê provokasyona faşîstên AKP-MHP'ê

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwendekaran li zanîngeha Strasbourgê stand vekirin. Komeke faşîst hewl da provokasyonê bike. 

Li zanîngeha Strasbourg xwendekaran standa ku di derbarê tecrîdkirna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê de agahdariyê bikin, vekirin. Lê belê komeke faşîstan hewl da provokasyonê derxin. 

Ciwanên endamên Kolektîfa Tevkariya Ji Bo Berxwedêran a ji bo çalakvanên Strasbourgê xwendekarên Fransayî û dostên wan ên kurd ên zanîngeha Strasbourgê stand vekirin. 

Ciwanên zanîngehê eleqeyeke zêde nîşanî standê dan. 

HEWLDANA PROVOKASYONA FAŞÎSTÊN AKP-MHP’Ê HAT ASTENKIRIN

Komeke faşîst a alîgirê AKP-MHP’ê hewlda ku li dijî standê provokasyonê pêk bîne. 

Lê belê du caran xwendekarên li ser standê ku xwendekarên komunîst jî di nav de bûn, provokasyona faşîstan asteng kirin.