Li Yewnanîstanê Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan dimeşin

Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Li Yewnanîstanê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê protestokirin.

Meşa 80 Kurdistaniyan a ji bajarê Lavrîo heya paytext Atînayê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hatin qîrîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KCK, YPG, YPJ û PYD’ê hatin rakirin.

‘BÛ HEVIYA GELAN’

Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û wiha hate gotin; 

“Rêzdar Ocalan di sala 1999’an de bi komployekî navneteweyî radestî dewleta Tirk a faşîst hate kirin. Rêzdar Ocalan li Girava Îmraliyê bû hêviya gelan.

‘DIVÊ DAGIRKERÎ BÊ RAWESTANDIN, OCALAN AZAD BIBE’

Ocalan bi salane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo parastina aştî û biratiya di nava gelan de gelek firsend ji dewleta Tirk re ava kir. Lê belê dîktatoriya Erdogan pêşniyarên çareseriyê û hevdîtinên aştiyê yên Rêzdar Ocalan bi rengekî neyînî bi kar anî û bi polîtikayên xwe yên şer re di nava herdu aliyan der şer derxist. Erdogan ji bo parastina dîktatoriya xwe ya qirêj welat hem ji derve hem ji hundir xist nava şer. Êrîşa li ser Efrînê mînaka vê ya bingehîne.

Azadiya Rêzdar Ocalan hilbijartina bingehîn û yekane ye ji bo aştiya bi rûmet li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê."

Çalakgeran diyarkirin ku wê meşa wan 3 rojan dewam bike û ev peyam dan; "Rêbertî  ji bo me sedema şer û aştiyê ye."