Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê polîsên Tirk li dijî gelek malan operasyonên serdegirtinê pêk anîn û di encama operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê polîsên Tirk li dijî gelek malan operasyonên serdegirtinê pêk anîn û di encama operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li Taxa Seyrantepeyê ya navçeya Tûşbayê ya Wanê polîsan li dijî gelek malan operasyonên serdegirtinê pêk anîne.
Di encama operasyonên serdegirtinê de welatiyên bi navê; Emrûllah Derîn, Cengîz Dalga, Enes Kûrt, Harûn Zapsû, Seyvan Boga, Amar Kaval, Rojhat Denîz, Zerya Dalga û Mûrat Avcî hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Wanê.
Her wiha egera binçavkirinê nehate zanîn.