Li Toronto û Lavrîoyê pîrozbahiyên bi coş ên Newrozê

Li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li parkekê Newroz bi coşeke mezin pîroz kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê axivîn û gotin, "Ji ber qedexeyên tedbîrên Covîd-19 destûr nehate dayin ku em bernameyeke girseyî ya Newrozê lidar bixin. Em neçar man ku tenê weke sembolî bi navê meclîsa gel Newrozê pîroz bikin."

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana li zindanan û doza girtina HDP'ê hate kirin û hate ragihandin ku bi Newrozê re divê ew berxwedanê mezin bikin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" hatin qîrîn û govend hate gerandin.

Kanadayî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK û HDP'ê hatin hildan.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Bi sedan kes ji Lavrîo û Atînayê bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de li kampa Lavrîoyê wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hate daliqandin.

Nûrettîn Tûrgût li qada çalakiyê axivî û got, "Faşîzma Tirk heta niha bi ser neket. Ji niha û pê ve jî wê li pêşberî berxwedana Rêber Apo û PKK'ê wê nikaribe bi ser bikeve."

Li qad pîrozbahiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê dirûşm hatin qîrîn.

Di pîrozbahiyê de peyama Konseya Rêveber a KCK'ê jî hate xwendin.

Her wiha sînevîzyonek li ser berxwedana gerîla hate nîşandan.

Di pîrozbahiyê de agir hate dadan û heta derengiya şevê govend hate gerandin.