Li Sydneyê rejîma Îranê hate protestokirin

Bidarvekirina aktivîst û siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li bajarê Sydney ê Avûstralyayê bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Rejîma Îranê girtiyên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar û Loqman Mûradî bidarve kirîbû. Di heman demê de rejîma Îranê êrîşî navendên PDK-Î û HDK’ê kiribû. Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê li ser banga NCDK’ê bi çalakiyekê rejîma Îranê hate protesto kirin. Çalakî li navenda bajar hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Brûsk Aîverî axivî û got piştî civîna Tehranê li dijî gelê Kurd êrîş pêk hatin û ev ne tesadûfe ke.

Aiverî li dijî rejîma îranê banga piştevaniya bi gelê Rojhilatê Kurdistanê li gelê Kurd û dostên wan kir.

Li ser navê Komîsyona Piştevaniya Rojava Peter Boyle jî axivî û got, piştî civîna Tehranê bi hemwext dijminên gelê Kurd êrîş pêk anîn.

Boyle got, divê hikûmeta Avûstralya û medyaya wê li dijî komkujiyên bi ser gelê Kurd bêdeng nemînin.

Di çalakiyê de darvekirinên li Îranê û êrîş bi dirûşmeyan hatin şermezarkirin, pankart û dovîzên heman nivîs li ser hatin hildan.