Li Swêdê ‘Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya Komagene’ hat sazkirin

‘Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya Komagene’ ku nêzî 8 meh in xebatên damezirandinê dimeşîne, li bajarê Vasteras ê Swêdê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û damezirandina xwe ragihand.

Armanca kooperatîfa li bajarê Vasterasê ew e, bi demkurtî wê li navenda Vasterasê fîrmayek kirîn-firotinê ava bikin û ji bo demdirêjî jî li qada Swêdê wê xelekên marketan û dezgehek fînansê ya ku bikare bi şertên baş krediyê bide endamên xwe damezirînin.

Di civînan de ku di serî de li Stockholm, Goteborg, Ûppsala, li gelek jiyangehên Swêdê hatin lidarxistin, di nêrînan de yekgirtin çêbû ku ji bo pêşxistina piştgiriya mabeyna Kurdistaniyên dîasporayê rêxistinbûyinên kooperatîfê divêtî ye.

Rêziknameya ku ji hêla koma damezirîne hatiye amadekirin, ji hêla delegeyên ku tevlî kongreya li bajarê Vasterasê bûn hat qebûlkirin.

Di rêziknameyê de tê diyarkirin ku divê kooperatîf ji bo tarzê jiyanek nû û domandina vê tevkariyê bike, tê destnîşankirin ku li şûna tarzê jiyana modernîteya kapîtalîst a li ser esasê mezextin û takekes e, wê tarzê jiyaneke li ser esasê hilberîn, parvekirin û civakê be.

Ji bo kooperatîf xwedî pêkhateyek demokratîk be û vê taybetmendiya xwe biparêze jî, kirîna senedên hîsseyê ku bi 10 hezar kronî ye, bi 10 hîsseyan tê sînordarkirin.  Tê garantîkirin ku merheleyên hilberîn, mezextin û parvekirinê wê bi rêbazên ne li dijî xwezayê bin.

Di kongreya damezirandinê de ji bo karên kooperatîfê bên meşandin, rêveberiyek ji 13 endamên asil û 2 cîgiran pêk tê, hat hilbijartin.