Li Swêdê ji her sê parlementeran yek tê gef kirin

Li Swêdê ji her sê parlementeran yek tê gef kirin

Di encama lêkolînekî ya li Swêdê de, tundî û gefên li hemberî siyasetmedaran derkete holê. Ji sedê 36’ê Parlementerên li Parlementoyê û ji sedê 15 siyasetmedarên li Meclisên Giştî yên Bajaran û Şaredariyan de kar dikin rastî gefan û tundiyê tên.

Konseya Pêşîlêgirtina Sûcdariyan (BRA) cara yekem bi armanca derxistina gef û tundiya li hemberî siyasetmedaran lêkolînekî berfireh pêkanî. Ji hemû siyasetmedarên hilbijartî û yên li ser peywirên anket şandin. Ji 13 845 siyasetmedaran ku sedê 68’ê wê ango ji 9427 siyasetmedarên bersiva anketê dayî, derket hole ku sala borî 1455 siyasetmedar rastî bêzarî, gef û tundiyê hatine. Ji vana tenê ji pêncam yekê rewş ji polîsan re ragihandine. Ji pêncan carê wê jî ji ber fikra dê encamp neyê girtin ji polîs û dozgeriyê re neragihandiye.

Ji sedê 1’ê siyasetmedarên rastî gef û tundiyê hatine dest ji peywirê xwe berdane. Hate aşkera kirin ku, ji sedê 4’ê siyasetmedaran jî di dema biryardayînê de ji ber sedema gef û pêkûtiyê du dilî jiyan kirine, ji sedê 5’ê wê jî li rexmî cûda jî fikirîne, neçarmane ku biryarên tevlî nebin jî dengê xwe danê.

Encamên herî girîng yên ku pêkûtî û gefan rê lê vekiriye, siyasetmedaran dest ji pirsgirêkên celebîn berdane. Encamên lêkolînê diyar dike ku, ji her deh siyasetmedaran yek jê ji ber tirsa dê rastî tundî û gefan bê neçar dimînin nêzîkatî û rûtînên xwe biguherin.

Yê herî zêde rastî gef û tundiya tê dijminê biyanî, partiya nîjadperestî “Demokratên Swêdê” ne. Lêkolîn destnîşan dike ku, ji nîviyê zêdetir rêveberên partiyê yên di parlemento û şaredariyan de peywirdarin sala 2011’an herî kêm carekê rastî pêkûtî, gef û tundiyê hatine. Partiya Derdor û Keskan ji sedê 19 di rêza duwem de cih digire û ji sedê 18 jî Partiya Çepgir wê dişopîne.

Di nava siyasetmedarên herî zêde rastî gef û tundiya tên, rêveberên di Serokatiya Meclisên Giştî yên Bajaran û Meclisên Şaredariyanin. Ji vana sedê 35 dibêjin sala borî rastî gef û tundiya hatine.

BRA ku rapor amade kir destnîşan dike ku, bêzarkirin, gef û tundî ji pirsgirêka kar zêdetir, gefeke li hemberî demokrasiyê.

Piştî ku Wezîrê Demokrastî û Yeketiya Ewropayê ya Swêdê Birgitta Ohlsson, siyasetmedarên ku ji ber tirsa tundiyê dest ji peywirên xwe ber didin weke windakirina demokrasiyê nirxand û got; “Tiştek gelek kirêt û nayê qebûlkirine ku mirov ji bo siyasetmedaran bandor bike serî li tundiyê bide.”

Ohlsson destnîşan kir ku, ji niha ve hêjmara kesên bi xebatên polîtîk ve mijol dibin kême û hişyariya ger rewş wisan bike êdî dê siyasetmedar bixwe sansûrê danin ser xwe.