Li Swêdê çalakiyên ji bo Ocalan û Efrînê

Li gelek bajarên Swêdê, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan û ji bo destekdayina Efrînê çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Swêdê, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan û ji bo destekdayina Efrînê çalakî hatin lidarxistin.

STOCKHOLM: Li paytext Stockolmê, Kurdistanî û dostên wan bi 15 kîlometreyan meşiyan. Beşa îro ya meşê wê saet 11'an li Parka Ralambhovê dest pê bike.

MALMO: Kurdistanî û dostên wan, ji bo meşa dirêj a du rojan li taxa Kavlîngeyê ya bajarê Malmo li hev civiyan. Bi qîrîna dirûşman Kurdistaniyan berê xwe dan bajarê Lûndê û dest bi meşê kirin. Roja yekemîn a meşê li meydana Storatorgetê ya bajarê Lûndê bi xwepêşandanê qediya. Beşa duyemîna meşê jî wê saet 9'an li meydana Storatorgetê dest pê bike û Kurdistanî wê îro bi qasî 20 kîlometreyan bimeşin.

GOTEBORG: Ji bo azadiya Ocalan û piştevaniya gelê Efrînê Kurdistanî li meydana Gotaplatsen a bajarê Goteborgê çalakiyek li dar xistin. Qisekeran li vir gotin, "Em ê çav û guhê wan kesên ku naxwazin komkujiyên li Efrînê bibînin û bibihîzin vekin. Em ê vê bêdengiyê teqez bişikînin. Heta ku feslefeya Rêber Apo û ruhê Kobanê hebe, wê Efrîn nekeve. Efrîn wê li faşîzmê bibe goristan." Kurdistanî piştî axaftinan dest bi meşê kirin û dewleta Tirk şermezar kirin.

KALMAR: Çalakiya li navenda bajarê Kalmarê bi beşdariya 300 kesî pêk hat. Siyasetmedarên Kurd û Swêdî li vir axivîn û işaret bi hevkariya Erdogan a bi çeteyên DAÎŞ'ê re kirin. Siyasetmedaran gotin, nêrînên nîjadperest û faşîst ên Erdogan ji bo gelên Rojhilata Navîn gefeke mezin e û bang li welatên demokratîk û raya giştî ya cîhanê kirin ku li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

MOTALA: Li bajarê Motala jî, Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Çalakgeran ji hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê xwestin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava hewldanan. Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Dewleta Tirk ji Efrînê bicehime" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.