Li Swêd, Fransa û Elmanyayê çalakiyên ji bo Efrînê

Li gelek bajarên Swêd, Fransa û Elmanyayê ji bo piştgirtiya berxwedana serdemê ya li Efrînê çalakî hatin lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li gelek bajarên Swêd, Fransa û Elmanyayê ji bo piştgirtiya berxwedana serdemê ya li Efrînê çalakî hatin lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

JONKOPÎNG: Rêxistina ciwanan a Partiay Sosyal Demokrat a Swêdê (SSU) ku hevparê mezin ê hikumeta koalîsyonê ye, ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bike û destekê bide berxwedana Efrînê li bajarê Jonkopîngê meş û mîtîngek li dar xist. Nûnerên Navenda Perwerdeya Karkeran (ABF) û komeleyên Kurd û Asûrî-Suryaniyan jî destek dan çalakiyê. Bi sedan kesên li meydana Hovrattstorgetê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên li dijî dewleta Tirk ber bi Radhûs Parkê ve meşiyan. Li parkê mîtîng hate lidarxistin û Seroka SSU Anna Franzen û Ombûdsman Shahram Behroûz li vir axivîn. Qisekeran gotin, ti aliyekî hiqûqî yê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê nîne û xwestin tavilê bê rawestandin. Behroûz bersiva da pirsên ANF'ê û bang li hikumeta Swêdê kir ku di vî warî de bikeve nava hewndanan.

KUNGALV: Li bajarê Kungalvê ku bi 20 kîlometreyan dûrî bajarê Goteborgê ye, bi hemarn armancê xwepêşandaneke hate lidarxistin. Girseya gel bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya şaredariyê li hev civiya û pankartên bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne", "Tirkiye a faşîst bisekinîne" vekir û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime" qîriya. Di dema çalakiyê de Alîkara Şaredar Marîa Kjellberg heyetek ji Kurdistaniyan vexwend avahiya şaredariyê û bi qasî saetekê hevdîtin kir. Kjellberg fikarên xwe yên ji ber êrîşên dewleta Tirk anî ziman û diyar kir ku wê mijarê bixe rojeva saziyên pêwendîdar.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanayyê bi dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" meşek ji bo sê rojan hate lidarxistin. Di roja sêyemîn a meşê de belavoka NAV-DEM'ê hate xwendin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê (NCDK) Ciwan Çewlik li vir axivî û got, ji bo piştgiriya Efrînê wê her derê bikin qada berxwedanê. Meşa 3 rojan bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

PERPÎGNAN: Li bajarê Perpîgnan ê Fransayê, partiyên CDT, EEL, ERC, Femmes solidaires66, FSU, Génération.s, JC, PCF, ji bo Efrînê mîtîngek organîze kirin. Mîtîng li ber avahiya Walîtiya Perpîgnanê pêk hat. Li vir axaftin hatin kirin û hate gotin, "Em bi gelê Kurd re ne. Dewleta Tirk tevî çeteyên DAÎŞ'ê li Efrînê sivîlan dikuje. Em bang li hikumeta Fransayê dikin ku li pêşberî vê komkujiyê bêdeng nemîne."