Li Ewropayê çalakiyên piştgiriya bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re didomin. Li Stuttgart a Almanya şahiyeke piştgiriyê hatin lidarxistin. Di şevê de hunermendên kurd bi stranên xwe gel coşandin
Li bajarê Stuttgarta Almanyayê bi mebesta piştgiriya şoreşa rojavayê Kurdistanê şahiyek hat lidarxistin. Şahî ji aliyê rêveberiya Komeleya Çand û Hunera Kurd a Mezopotamyayê û Meclisa Gel a Stuttgartê ve hat organîzekirin. Şahiya ku ji aliyê Yusuf Şerbet û Berfîn Balaban ve hat pêşkêşkirin, li bajarokê Wangena Stuttgartê li Salona Arena Kultur Hausê bi tevlibûna hezar û 500 kurdên li Almanyayê dijîn pêk hat.
Şahiya piştgiriyê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Solana şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK’ê, alên PKK û KCK’ê hatin xemilandin. Bi destpêka şahiyê re komîteya amadekar a şevê jî têkildarî şahiya piştgiriyê axaftinek kir.
Di şahiyê de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî axivî. Salih Muslim di axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê.
Salih Muslim, di axaftina xwe de, helwesta Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê û Serowezîrê Tirk Erdogan rexne kir û wiha got: “Lîstik û kiryarên qirêj ên li ser gelê me rû didin bi giştî bi destê hikûmeta tirk û Erdogan pêk tên. Pêwîst e ev yek were dîtin û gelê kurd di vî warî de hişyar be. Gelê Rojava bi salan birçî, tazî û xizan jî bimîne dê tu carî teslîmiyetê qebûl neke. Ew derdorên ku dixwazin gelê me di zivistanê de bê ardû û mazot bihêlin dê berxwedan û kerametên gelê me bibînin. Em ê bi şeref û berxwedana şagirtên Rêber Apo tu carî bêrûmetiyê qebûl nekin. Ji ber ku doza me doza azadiyê ye, doza me doza şerefê ye.”
Şeva pîrozbahiyê ya girseyî piştî axaftin û xwendina peyaman, li ser nirxên ku sedema hebûn û damezrandina PKK’ê ne, sînevîzyonek hat temaşekirin. Di bernameya şahiyê de, hunermend Cewad Merwanî, Berwan Arîn, Silbus û Tarî, Zeynep Enhas, Grup Mozaîk, Îrfan-Îhsan û Seydo Hazar (Kalo) derketin ser dikê. Şahiya piştgiriyê heta derengiya şevê bi girtina govendê berdewam kir.