Li Stockholmê ji bo Ocalan û Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Li paytext Stockholm a Swêdê ji bo komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar bikin meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Li ser banga Komîteya Piştgiriya bi Berxwedana Efrînê re di saet derdorî 13:00’an de bi sedan kes li Qada Norra Bontorget a li pêşiya Federasyona Sedîkarya Karkeran a Swêdê kom bûn, pankarên komploya navneteweyî û êrîşên li ser Efrînê şemezar dike hildan. Her wiha di meşê de wêneyên kesên sivîl ên di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê de şehîd bibûn jî hatin bilindkirin.

Di meşê de, axaftinên ku komplo û êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê tehşîr dikin hatin kirin.

Di xwepêşanana komîteya Rojava piştgirî kir de bê navber dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Dewleta Tirk ji Efrînê bi cehenime”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Êrîşên li ser Efrînê rawestînin”, “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Dewleta Tirk ji Rojava bi cehenime”, “Kujer, Qatil Erdogan” û “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin qîrkirin.

Li Qada Normalmstorgê ji bo şehîdên têkoşînê û berxwedana Efrînê deqeyek rêz hate girtin û mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)Ahmet Karamûş axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyê xwe ve ev 29 roj in bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê dike, her wiha bi gazên kîmyewî jin û zarokan qetil dike. Ev êrîşên tên kirin li dijî biryarên hikûmeta Swêd, Yekîtiya Navneteweyî ye. Divê bi lezgîn ev êrîş bên rawestandin.”

Nûnerê Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Swêd Samîr Amîn jî axivî û bibîr xist ku gelê Kurd ev 100 sal in ji bo gelên çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dike û got: “Wê nekaribin Efrînê dagir bikin. Ev 29 roj gelê Efrînê ji heft salî heta heftê salî li ber xwe dide, em ji bo piştgirî bidin wan li vir in.”

Serokê Duyemîn ê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî axaftin kir û ji bo berxwedana gelê Efrînê stranek got. Gorgu wiha got: “YPG/YPJ a ku DAIŞ a li serê tevahî cîhanê bibû bela têk bir, îro li hemerî êrîşên dewleta Tirk a li ser wan tê kirin cîhan tev bêdeng in. Divê hikûmeta Swêd li dijî van êrîşa bi erka xwe rabe û Neteweyên Yekbûyî van êrîşan bixe rojeva xwe ya esasî.”

Piştî axaftinan û şûnde dirûşmên êrîşên dewleta Tirk şermezar dike û daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike hatin qîrkirin û bi çalakî bi dawî bû.