Li Stockholm û Torontoyê êrîşên li ser Şengal hatin protestokirin

Qetlîama ku dewleta Tirk duh li Şengalê pêk anî, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye û li bajarê Toronto yê Kanadayê bi çalakiyan hate protestokirin.

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye Kurdistanî û dostên wan saet di 14.00’an de li Qada Sergelê hatin ba hev û alayên PKK, KCK, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Stockholmê û li ser navê Yekîtiya Jinan a Sarayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşî destkeftiyên Kurdan dike.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku  dewleta Tirk di serê sala 2017’an de jî êrîşî Şengalê kiribû û gelek Êzidî hatibûn qetilkirin.

Piştî rêzgirtina ji bo Zekî Şengalî û kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, sloganên ‘Erdoganê faşîst’, ‘Dewleta Tirk ji Kurdistanê derkeve’ hatin berzkirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin. Çalakiya protestoyê li navenda bajêr pêk hat û çalakgeran têkildarî fermana Şengalê dovîz hildan.