Li Stenbolê li dijî qereqolê êrîşa bombeyî

Li Stenbolê li dijî qereqolê êrîşa bombeyî

Şeva din li dijî Navenda Polîsan ya 75’emîn ya li Yenîbosnaya Stenbolê ji aliyê du kesan ve êrîşa bombeyî û çekên lûle dirêj pêkhat. Di bûyerê de mirî çênebûn, hate hînbûn ku du polîs birîndar bûne.

Li navçeya Bahçelîevler ya Stenbolê şeva din bombeya deng avêtin Navenda Polîsan ya 75’mîn ya Yenîbosnayê. Li gorî şahidên bûyerê du kesên çekdar bi çekên lûle dirêj êrîşî navenda polîsan kir, piştî ku polîsan jî bersiv da pevçûn derket. Hate diyarkirin ku, bombeyên dest yên avêtine navenda polîsan ne teqiyan, hate îdîakirin ku, jinek ya tê gotin êrîş pêkaniye hatiye binçavkirin. Hate hînbûn ku, di bûyerê de mirî çênebûne, lê du polîs birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Midûrê Polîsan yê Stenbolê Huseyîn Çapkin jî hate bûyerê û diyarkir ku; “Li dijî qereqola me êrîşek pêkhatiye. Tê zanîn ku, êrîşekî terorîstiye. Piştî ku bombe avêtine nava qereqolê, esayîtên ku ji qereqolê derketine gulebaran kirine. Piştî vê ji terorîstan jinek qasî 100 metreyan dûrî navenda polîsan hatiye girtin. Hatiye lêgerîn kirin û li ser wê bombeyek dest, demance û çekek lûle dirêj hatiye girtin. Polîsên me yên birînên wan giran tune ne.”