Li Stenbolê cenazeyê Gezen bi girseyî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de ye û ji 1’ê Adarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû, şehîd bûbû li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bi girseyî hate pêşwazî kirin.

Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê ji bo protestokirina tecrîdê çalakî kir û cenazeyê wî li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bi girseyî û dirûşmeyan hate pêşwazî kirin.

Dema wergirtina cenaze de parlamentera HDP’ê Gulistan Koçyîgît sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û got cenaze wê bi malbatê re sibê bibin Amedê.

Koçyîgît banga beşdarbûna merasîma cenaze li gelê Amedê kir û got divê demildest daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê werin pêkanîn.