Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanê bûn dilek
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanê bûn dilek
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanê bûn dilek
Li Stenbolê bi hezaran kesên ji bo Roja Kobanê hatin ba hev ji Qada Tunelê ya Taksîmê heta Lîseya Galatasarayê meş li dar xistin. Di meşê de pankarta "Bila piştgiriya ji bo DAIŞ'ê bi dawî bibe ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin" "Cîhan ji bo Kobanê li ser piyan e" hatin vekirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin vekirin. Piştî meşê rêz hate girtin û sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.
Di çalakiyê de Parlamenter Levent Tuzel û Sebahat Tuncel axivîn. Tuzel di axaftina xwe de diyar kir ku hemû gelên cîhanê yên mazlum li cem gelê Kobanê ne. Tuzel bal kişand li ser daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên der barê çalakiyên ji bo Roja Kobanê û û wiha got: "Yên me li kolanan naxwazin îktidara AKP'ê ya berxwedana Kobanê qebûl nake ye. Serokwezîrê Tirkiyeyê ye."
Piştre Parlamenter Sabahat Tuncel axivî û wiha got: "Piştgiriya ji bo Kobanê tê wateya li hemberî zilm û dorpêça li dijî Kobanê berxwedan e." Li ser navê Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê jî Dr. Samet Menguç axivî û ev tişt anî ziman: "Berxwedana Kobanê nîşan da ku planên yên ku ked, xweza, bajar û dîrokê talan dikin weke Vîetnam û Filistinê çawa têk çû careke din nîşan da." Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. Dema çalakiyê de gelek polîs li Cadeya Îstîklalê hatin bicihkirin.