Li Stenbol û Cizîrê gelek kes hatin destgîrkirin

Li Stenbol û Cizîrê ji ber operasyonên qirkirina siyasî gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Stenbolê, hêzên çekdar ên Tirk doh nîvê şevê avêtin ser gelek adresan. Polîsên tîmên taybet tevî wesayitên zirxî avêtin ser malan. Zarok jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Çend ji kesên hatine destgîrkirin: Nîhat Demîr, Veysî Demîr, Ziya Kartal, F.Ç., N.Ç. û K.T.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî danê sibehê di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin. KesAên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Cizîrê. Çend ji kesên hatin destgîrkirin: Nûrettîn Bayik, Hanîfe Sakîn, Adîl Çomlek û Farûk Cîlasûn.