Li Qada Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li dijî polîsan êrîşa çekdarî rû da. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de yek jê polîs, 3 kes birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya Tirk, êrîşa li Qada Gazîosmanpaşa du kesan pêkaniye. Ji vana yek kes ji cihê bûyerê dûr ket, jinek jî hate binçavkirin. Çapemeniya nêzî hikumetê ya hatiye binçavkirin weke “terrorist” îlan kir û îdîakir ku li ser wê “du bombeyên dest” hatine girtin. Ev agahî hêjan ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrast kirin.