Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Amedê ve tê birêvebirin li Sêrtê di nava binçavkiriyan de endamê MP BDP’ê û Hevseroka Bajarê Sêrtê Dîlber Sevîm jî heyî 8 kes, li Mêrdînê jî di nav de Hevseroka BDP’a Navçeya Nisêbînê Ayten Kahraman heyî 16 kes hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên siyasî yên 8’ê Kanûnê li Mêrdîn, Sêrt û Êlihê hatin birêve birin hatin binçavkirin û bi daxwaza girtinê şandin dadgeha nobedar ya Amedê, ji wana koma Sêrtê şeva din karê wan yê li dadgehê qediya. Ji yên sewqî dadgeha nobedar kirin endamên MP’a BDP’ê Rûbar Kandemîr û Tayyar Ertuk, Hevseroka BDP’a Sêrtê Dîlber Sevîm, Serokê BDP’a Navenda navçeyê Mehmet Xalid Kaçar, Hevserokê berê yê BDP’a Sêrtê Seracettîn Kayran, Rêveberê BDP’a Bajar Mehmet Emîn Çam, Yuksel Yilmaz, Abdullah Aşkara bi hinceta “Di nava KCK’a Bajar de cihê xwe digirin” hatin girtin.
Navên kesên li Sêrtê hatin binçavkirin û berdan evin: Şaredar Selîm Sadak, Eşref Tekîn, Hasan Ceyhan, Gulbahar Karataş, Ekrem Tatli, Dîlber Ozbey û Seyfettîn Aydin.
Di operasyona li Mêrdînê de 39 kes hatibûn binçavkirin û duh derxistibûn Edliyeya Amedê. Piştî îfadeyên dozgeriyê 22 kes serbest hatin berdan û 17 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê yên heta derengî şevê berdewam kirin 16 kes bi îdîaya endamên KCK'ê hatin girtin.
Navên kesên hatin girtin wisa ne: "Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Newroz Turk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Abdulcelîl Şîmdî, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Îsmaîl Bal, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê Ayten Kahraman, Veysî Erdem, Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'ê Îbrahîm Dîlmeç, Mehmet Nurî Işik, Ramazan Keskîn, Şemsettîn Dînç, Halîl Tuguç, Endamê KCD'ê Alaattîn Bulut, Aslan Çelîk, Abdurrahman Bayhan, Suleyman Dogan, Şemsettîn Daghan, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Halîl Dogan."