Roja 5ê berfanbarê li gundê Şînawê yê Pîranşarê agir bi dibistanek a zarokên keç ket û di encamê de 7 ji wan jiyana xwe ji dest dan û 31 jî birîndar bibûn. Duh yek û îro jî xwendekarek din ji ber zêdebûna rêjeya şewitînê, jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber xemsariya rayedarên Wezareta Perwerdeyê ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê, roja 5ê berfanbarê agir bi pola çarem a dibistana keçan a li gundê Şînawê yê Pîranşarê ket û bû sedama karesatekî bi êş. Di encamê de 7 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan.
Duh yek û îro jî xwendekara bi navê Îlham (Amîne) Îsmaîlpûr li nexweşxaneyek a Tewrezê jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyeke din vê karesatê rê li ber nerazîbûna xwendekar, malbatên xwendekarên jiyana xwe ji dest dan û saziyên sivîl vekir. Roja 9ê berfanbarê (kanûn) li Mehabadê xwendekar û nunerên saziyên sivîl ên Rojahilatê Kurdistanê li hev kom bûn û xemsariya rayedaran a li hemberî karesata dibistanê şermezar kirin û xwestin berpirsên dibistanê bêne cezakirin.
Îro jî komek ji rewşenbîr, xwendekarên zanîngehê û çalakên mafê mirovan li ber Meclîsa Îranê li hev kom bûn û bang li Wezîra Perwerdeyê ya Îranê kirin ku îstîfa bike.