Li pênc erdzemînan, nêzî li sed bajaran seferberiya ji Kobanê re
Li pênc erdzemînan, nêzî li sed bajaran seferberiya ji Kobanê re
Li pênc erdzemînan, nêzî li sed bajaran seferberiya ji Kobanê re
Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li her çar aliyên cîhanê wê mirov ji bo Kobanê biherikin qadan. Li 5 erdzemînan herî kêm li 30 welat û 92 bajaran wê çalakî bên lidarxistin.
Di nav wan de ku xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê û fîlozof jî hene bi bangawaziya hezaran kesî wê gel li her aliyê cîhanê 1’ê Mijdarê (îro) li Kobanê bigihêjin hev.
Bi vê armancê Ewropa, Amerîka, Afrîka, Asya, Awûstralya komîte hatin avakirin, bi sedan meş hatin organîzekirin.
Banga, "Li hember DAIŞ, ji bo Kobanê û mirovatiyê seferbertiya kûrewî”, li derveyî Ewropa li welatên Megreb, Afganistan, Hindistan, Pakistan û Japonya jî bersiveke mezin dît.
Li Ewropa di serî de li Elmanya, Fransa, Îtalya û Îngîltere hema hema li tevayî welatan wê gel derkeve kolanan.
Li 15 navendên Elmanya çalakî hene: Stuttgart, Nurnberg, Frankfurt, Berlîn, Koln, Dusseldorf, Bîelefeld, Hannover, Bremen, Hamburg, Leîpzîg, Erfurt, Saarbrucken, Marburg, Frîeburg.
Li 19 navendên Îtalya wê çalakî bên lidarxistin: Bologna, Brescîa, Caglîarî, Catanîa, Fîrenze, Lecce, Messîna, Mîlano, Napolî, Padova, Palermo, Ragusa, Reggîo Calabrîa, Roma, Rovîgo, Torîno, Udîne, Vîcenza
Li Fransa bi piştgiriya organîzasyonan wê li 9 navendan çalakî bên lidarxistin: Parîs, Marsîlya, Bordeaux, Strabourg, Rennes, Toulouse, Nantes, Lîlle, Caen.
Di nav kesên ku piştgiriyê didin partiyên çep, femînîst, Amazîg û gelên Tamîl, Fransî, Ermenî, Breton û Korsîkayî jî hene.
Dîsa li bajarê Den Haag ê Hollanda, bajarê Lefkoşa yê Qibris, bajarên Salzburg, Lînz, Graz û Viyana yên Awûstûrya, li bajarê Zurîh ê Swîsre, li bajarê Bruksel ê Belçîka, li bajarê Atîna yê Yewnanîstan, li bajarê Madrîd ê Îspanya û paytexta herêma xweser a Bask Bîlbao, li bajarên Lîzbon, Rossîo û Lîsboa yên Portekîz, li paytexta Komara Çek Prag û bajarê Varşova wê gel ji bo Kobanê bimeşin.
Li Îngîltere jî li 6 navendan çalakî hatin organîzekirin: Manchester, Londra, Cambrîdge, Durham, Leeds.
Li welatên Îskandinavya jî wê çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hebin.
Li bajarên Uppsala, Angered, Gävle, Malmo, Goteborg, Stockholm ên Swêd, li paytexta Danîmarka Kopenhag, li paytexta Norwec Oslo û bajarê Bergen, li paytexta Fînlandiya Helsinkî wê çalakî bên lidarxistin.
Her wiha li 7 eyalatên Afganîstanê jî wê meş bên lidarxistin. Ev eyalat; Herat, Farah, Nangarhar, Balkh, Takhar, Nîmruz, Bamyan e. Çalakiyên li Afganistanê ji aliyê Solîdarîty Party of Afghanistan-SPA ve tên organîzekirin.
Lai 6 navendên Hindistan wê meşên ji bo 1’ê Mijdarê bên organîzekirin.
Li gel van li Washington a DYA, paytexta Arjantîn Buenos Aîres, bajarê Ekvador Quîto, bajarê Tegucigalpa yê Honduras, li bajarên Vancouver û Toronto yên Kanada, bajarên Adelaide û Sydney ên Awûstralya çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bên lidarxistin.
Bi van girêdayî li Venezuella, Pakistan û Şîlî jî bi heman armancê wê mirov derkevin kolanan.