Li Osmaniyeyê 5 kes hatin binçavkirin

Li Osmaniyeyê 5 kes ji ber di dawetê de li ber muzîka Kurdî govend gerandine, hatin binçavkirin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Îro di danê sibehê de li Osmaniyeyê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û rêveberê wê Hakan Kahraman û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku welatî bi hinceta ku di dawetê de li ber stranên kurdî govend gerandine û wesayîtên xwe yên dawetê bi rengên kesk, sor û zer xemilandine hatine binçavkirin.

Her 5 kesên binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê tên ragirtin.