Li Mûş û Bedlîsê pîrozbahiyên Newrozê: HDP gel e!
Cejna Newrozê li Mûş û Bedlîsê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate pîrozkirin.
Cejna Newrozê li Mûş û Bedlîsê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate pîrozkirin.
Li Mûş û Bedlîsê gel bi coşeke mezin Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de biryara derbarê girtina HDP'ê de hat şermezarkirin.
BEDLÎS
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Kentê ya Tetwan a Bedlîsê dest pê kir. Jin bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn û di dema pîrozbahiyê de li ser hev dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" berzkirin. Girseyê li dora agirê Newrozê govend gerand.
Di pîrozbahiyê de Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Halîde Turkoglû axivî. Turkoglû nerazîbûna xwe ya ji bo vekişîna ji Peymana Stenbolê nîşan da û got: "Wê jin nesekinin. Zext û zorî nikarin me teslîm bigirin."
'HDP GEL E'
Piştre Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk axivî û got: "HDP gel e. Kesên dixwazin deriyê HDP'ê bigrin, bila werin li coşa vê qadê temaşe bikin. Gava hûn HDP'ê bigirin wê 6 milyon HDP'î neçin malê. Yek ji me jî bimîne em ê çok daneynin."
Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali jî bal kişand ser krîza aborî û got: "Pergal, êdî xetimiye. Hemû pere bi rantxuran dan xwarin."
Pîrozbahî piştî axaftinan bi girtina govendê bi dawî bû.
MÛŞ
Li Mûşê jî Newroz li Qada Îstasyonê hate pîrozkirin. Li ber stranên Koma Deşta Geverê demeke dirêj govend hate gerandin. Di dema pîrobahiyê de girseyê li ser hev dirûşmeyên "HDP gel e, gel li vir e", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ya bajêr Sîbel Genç axivî û bal kişand ser Peymana Stenbolê û nerazîbûna xwe ya ji bo vekişîna ji peymanê destnîşan kir.
Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên welat. Koçyîgît, di axaftina xwe de destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkan tecrîda li Îmraliyê ye û nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê bi vî awayî anî ziman: "Girtina deriyên Îmraliyê, bû fatûreyek giran û li welat bar bû. Girtina deriyê Îmraliyê neçareseriyê kûr dike. AKP hewl dide bi rêbazên ewlehîparêz pirsgirêkê çareser bike. Bila tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahî bi berzkirina sitranên Ayfel Duzdaş bi dawî bû.