Li Mêrsîn û Mêrdînê çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bike’: Em ê têbikoşin
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan tevlî çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” ya li Mêrsînê bû û destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşînê bidomînin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan tevlî çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” ya li Mêrsînê bû û destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşînê bidomînin.
Li Mêrsînê çalakiya ku malbatên girtiyan bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bikin” dane destpêkirin kete hefteya 7’emîn. Di çalakiya ku malbatên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan û Perîhan Koca tev li bûn de pankarta “Tecrîdê bi dawî bike” hate vekirin. Malbatên girtiyan ên tevlî çalakiyê bûn pêşmalkên ku li ser bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseya ku meşa wan a ber bi avahiya AKP’ê ve hate astengkirin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş diyar kir ku di hefteya 7’emîn a çalakiya xwe de dîsa bang li desthilatê dikin û got: “Divê bêhiqûqiya li girtîgehan diqewime demildest were bidawîkirin. Heta ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û tecrîd bi dawî nebe em ê van çalakiyên xwe bidomînin.
Bozan, qala nîqaşên “asayîbûn” ên piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hatin kirin kir û got: “Em dibînin ku asta em hatinê nermbûn û asayîbûn çîrok e. Hewl tê dayîn di bin banê nermbûn û asayîbûnê de li vî welatî faşîzm tê asayîkirin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Heta ku tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakiya rûniştinê bi klamên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin re bi dawî bû.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê bi pêşengiya Dayikên Şemiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) çalakiya “Tecrîdê dawî bike” hate lidarxistin.
Çalakî li pêşiya avahiya DEM Partî ya bajêr hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê, Parlementera DEM Partî ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, hevşaredarên DEM Partiyê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta, “Tecrîdê bi dawî bike” hate vekirin.
Hevserokê DEM Partî yê bajêr Mehmet Mehdî Tûnc daxuyanî da û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê qedexekirinên kêfî qebûl nekin û bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dan. Tûnç got: “Em ê tu caran biyara qeyûmê qebûl nekin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê divê demildest dawî li polîtîkaya qeyûmê bîne.”
Piştre Parlementera DEM Partî ya Mêrdînê Bêrîîtan Guneş axivî û anî ziman ku ew bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk dixwazin balê bikşînin ser rastiyên Tirkiyeyê. Guneş diyar kir ku heta azadiya Birêz Abdullah Ocalan wê berxwedan dewam bike.
Piştre çalakiya rûniştînê ya 10 deqîqeyan hate lidarxistin û çalakî bi dirûşmeyên “Tecrîd sûc e, berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Dawî li tecrîdê bîne, hiqûqê pêk bîne” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” bi dawî bû.