Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin

Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin

Li Yûrda Xwendekaran ya Krediyan ya Mêrsînê piştî rageşiya di navbera xwendekarên welatparêz û demokrat û ulkucuyan de derket, 5 xwendekar hatin binçavkirin.

Li Yûrda Xwendekaran ya Krediyan ya Mêrsînê ku li nêzî Fakulteya Tibê ya Mêrsînê şevê din piştî rageşiya di navbera xwendekarên welatparêz û demokrat û ulkucuyan de derket heta derengê şevê berdewam kir. Piştî rageşiyê gelek polîs li dora Yûrda Umît Talat kom bûn. Piştî polîs kom bûn, xwendekarên demokrat yên ji qatê 4'an daketin jêr, rastî êrîşa ulkucuyan hatin û rageşiyê berdewam kir. Piştî bûyerê di demjimêr 22.00'an de Sekreterê Şaxa ÎHD'e yê Mêrsinê Temin Salmanoglu, Hevserokê BDP'ê yê Mêsînê Îrfan Yucel û rêveberê ÎHD'ê Emrullah Şam çûn yûrdê û bi xwendekaran re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê rageşî bi dawî bû.

Serê sibê polîsan bi fermana dozger di ser yûrdê de girt û di serdegirtina yûrdê de polîsan xwendekarên çepgir yên bi navê Dîdem, Dîlan, Efendî, Bariş û Abidin binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê