Ciwanên ji Martîgûesê ku ev 3 roj in dest bi meşê kirîn gihiştin Marsîlyayê û li gel hezaran kesî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hembe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.
Çalakiya kû meşvanên meşa dirêj pêşengtî kir, li gel hildana poserên Ocalan, alên YPG’ê û YPJ’ê hatin bilindkirin. Çalakvanên ku gihiştin taxa Saînt-Antoîneyê, destpêkê ji Qada Jolîette piştre jî heta Qada Vîeûx Portê bi dirûşman meşiyan.
Di meşa ji bo azadiya Ocalan dirûşim hatin qîrkirin de berxwedana Efrînê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk jî hate şermezarkirin. Di meşê de têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Ocalan axaftin hatin kirin û çalakî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.