Li Manîsayê 4 kes hatin girtin

Li Manîsayê ji 13 kesên ku hatibûn binçavkirin, hevserokê HDP'ê yê Manîsayê jî di nav de 4 kes hatin girtin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ehmet Ertaş jî di nav de 13 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî ku karê wan ên li emniyet temam bû û şûn de sewqî Edliyeya Manîsayê kirin. Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê û şûn de bi îdîaya 'Endamên rêxistinê û propagandakirina rêxistinê' sewqî dadgehê hatin kirin.

Hevserokê HDP'ê Manîsa Ahemet Ertaş, hevserokê berê yê navçeya Salîhiyê Adnan Tûran, Rêveberê beêr yê navçeya Salîhiyê Aydin Orûç û xwendekarê bi navê Fatîh Tezcan jî bi heman hincetê hatin girtin û şandin girtîgehê. 9 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.