Li Londonê greva birçîbûnê dest pê kir

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îngilîstan Londonê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Sê kes tevlî grevê bûn.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Londonê, êvara 14'ê Adarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Çalakî bi beşdariya Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz pêk tê.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Nahîde Zengîn diyar kir, di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de bêdengî li mirovbûnê nayê û got, wan jî xwestin di vê demê de bi rola xwe tevbigerin.

Zengîn destnîşan kir ku gelê Kurd dîlgirtina Rêberê xwe roja destpêkê jî qebûl nekir, îro jî qebûl nake.

Berxwedêr Mehmet Saît Yilmaz jî got, "Her çalakiya li dijî faşîzm û paşverûtiyê hêja ye, lê belê ti çalakî ne bi qasî greva birçîbûnê ye ku beden kêlî bi kêlî dihele. Lewma em berxwedana ku 128 roj in didome silav dikin û dibêjin, di vê berxwedanê de em jî hene."