Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên ‘Komkujiya Şengalê’
Komkujiya Şengalê li gelek bajaran hate şermezarkirin. HDP’ê jî têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da û got li kampên Tirkiyeyê nêzikatiya li hemberî Êzidiyan dijminane ye.
Komkujiya Şengalê li gelek bajaran hate şermezarkirin. HDP’ê jî têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da û got li kampên Tirkiyeyê nêzikatiya li hemberî Êzidiyan dijminane ye.
Komkujiya 3’ê Tebaxê ya 2014’an a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li gelek bajaran hate protestokirin.
HDP: TIRKIYE DIJMINATIYÊ DIKE
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê têkildarî qetlîama li Şengalê ya daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin
“Em qirkirina li ser Êzidiyan lanet dikin û kesên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane jî bi bîr tînin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê nêzî 5 hezar zarok, jin, kal û pîrên Êzidî qetil kirin. Bi hezaran Êzidî dîl girtin û nêzî 200 hezar mirov ji warên xwe bûn. Jin hatin revandin û li bazaran hatin firotin.
Vê qetlîama li ser Êzidiyan a di 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê Parlementoya Ewrûpayê ‘Qirkirina li ser Êzidiyan’ hate qebûlkirin. Di raporên saziyên navneteweyî de jî ev qetlîam di kategoriya “sûcên li hemberî mirovatiyê” hate nirxandin. Li Tirkiyeyê jî ev qetlîam ji aliyê desthilatdariya siyasî nehat şermezarkirin.
Êzidiyên ku piştî qetlîamê hatin Tirkiyeyê jî li kampên şaredariyên DBP’ê man. Piştî ku qeyûm li ser van şaredariyan hate tayînkirin, ev kamp jî hatin girtin. Herî dawîn jî li Midyadê Êzidiyên di kampên AFAD’ê de bûn, ji kampê hatin derxistin.
Ji bo kêmkirina bandora zilma li ser Êzidiyan divê dewletên herêmê û civaka navneteweyî peywira xwe bi cih bînin.
Em HDP, li ba Êzidiyan in ên ku di dîroka xwe de marûzî gelek pêkutî, zilm û qetlîaman hatine û em Êzidiyên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane jî bi hurmet bi bîr tînin.”
EDENE
Meclîsa Jinan a Edeneyê ya HDP’ê ji bo şermezarkirina Qetlîama Êzidiyan li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka Bajêr Gulseren Tûral daxuyanî xwend. Tûral di daxuyaniyê de diyar kir ku “Di vê qetlîama sedsala 21’ê de gelê Êzidî ji axa xwe bû, jin û keçên Êzidî li ser navê ganîmetê hatin kolekirin.”
Tûral destnîşan kir ku ew qetlîamê wekî qirkirina jinan jî dinirxînin û got, “Em Meclîsa Jinan a Edeneyê ya HDP’ê li hemberî pêkutî û qirkirina li ser jinan em ê tevî jinên cîhanê têbikoşin.”
MÊRSÎN
Meclîsa Jinan Mêrsînê ya HDP’ê jî li avahiya partiyê daxuyaniya çapemeniyê da. Li ser navê jinan hevseroka bajêr Hatîce Şahîn axivî û got, “Di her şer û qetlîaman de jin dibin hedef” û diyar kir ku sê sal berê li çiyayê Şengalê jinên Êzidî hatin kuştin û tecawizkirin. Şahîn herî dawîn jî got, “Ji bo darizandina kesên ku ev sûc kirine em ê têbikoşin.”
ANTALYA
Meclîsa Jinan a Antalyayê ya HDP’ê jî li ber Peykerê Atalos a li Mûrat Paşayê di bin ablûqaya polîsan de hatin ba hev. Piştî çalakiya deqîqeyekê jinan xwestin daxuyaniyê bidin û lê polîsan bi hinceta ‘Rewşa Awarte’ nehiştin jin daxuyaniyê bidin û jinan ev tişt bi tilîlî û çepikan protesto kirin.
RIHA
Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya HDP’ê ya Bajêr a Rihayê hatin gel hev û êrîşa li ser Êzidiyan şermezar kirin. Hevseroka Bajêr Ayşe Surucu li ser navê jinan axivî û diyar kir ku di Rojhilata Navîn de Êzidî rastî qirkirineke hovane hatine û di vê qetlîamê de jî herî zêde jin bûne hedef.
Surucu got ku, “Êzidiyên di kampên AFAD’ê de wekî di ya esareta DAIŞ’ê de ne. Ji bo ku em Êzidiyên di bin faşîzma AKP û MHP’ê de ne bi tenê nehêlin divê em li dijî hiqûqa koletiyê ya li Tirkiyeyê jî derkevin.”
STENBOL
Platforma Têkoşîna ya Jinên ku Hatine Desteserkirin di salvegera êrîşa DAIŞ’ê de li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyanî dan.
Li ser navê platformê Ayşe Berktay daxuyanî xwend û di daxuyaniyê de diyar kir ku Êzidî piştî qetlîamê di kampên şaredariyên DBP’ê de hatin bicihkirin lê piştî ku hikumetê qeyûm şand ser şaredariyan ev kamp hatin girtin û Êzidiyên di kampan de ji neçarî koçî welatekî din kirine. Berktay diyar kir, heta ku 3’ê Tebaxê bibe ‘Roja çalakiyên navneteweyî yê qirkirina jinan û qirkirinê’ ew ê têbikoşin.
Piştî daxuyaniyê girse çû serdana ‘Nobeta Edalet û Wijdanê’ ya HDP’ê ya li Parka Yogûrtçûyê.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî TJA, HDP, DBP, Dayîkên Aştiyê têkildarî salvegera Qetlîama Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Semîre Kut hat dayîn a ku Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, “Êzidî rastî qetlîama herî hovane ya sedsala 21’ê hatin, gelek jin û zarok ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatin revandin. Di sê salên dawîn de Êzidî li gelek welatên cîhanê rastî polîtîkayên cihêkariyê hatin.”
ŞIRNEX
Jinên Şirnexê jî li avahiya HDP’ê ya Cizîrê hatin gel hev û daxuyanî dan. Li ser navê jinên Şirnexê Nûran Îmîr axivî û got, “Qirkirin û qirkirina li ser jinê sûcê mirovatiyê ye, heta ku sûcdar hesap bidin wê lêgerîna me ya edaletê bi dawî nebe.”