Li Kolnê Nobeta Wijdan û Edaletê

Ji bo piştgiriya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê bi banga HDK-A’yê li Kolnê çalakiyên nobetê hatin lidarxistin.

Di roja pêşîn a çalakiyan de, Pêncşema borî li ber Gara Trênê ya Kolnê konê agahdariyê hate vekirin.

Di roja duyemîn de jî daxuyanî hate dayîn. Hevberdevkên HDK-A’yê Elîf Sonzamanci, Alî Mîtîl û parlementerên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz beşdar bûn.

‘HDP JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ HÊVÎ YE’

Parlementer Tûgba Hezer a ku parlementeriya wê hatibû betalkirin di şermezarkirina Qetlîama Şengalê dest bi axaftina xwe kir û got Tirkiye bi feraseta DAIŞ’ê ev du sal in şerekî dagirkeriyê dike.

Hezer diyar kir ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê hêvî ye û divê her kes li ser vê rêyê bibe yek û faşîzmê têk bibin.

‘LI SER VÊ ZEMÎNÊ MIROV NIKARE EDALETÊ BIXWAZE’

Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî got, “Li ser zemîneke ku mirov bi saxî hate kuştin û bajar hatin wêrankirin mirov nikare daxwazeke wisa bike. Li Tirkiyeyê rewşeke awarte heye. Hemû kesên li dijî faşîzmê diavêjin girtîgehan. Faşîzm ji bo ku desthilatdar ji desthilatdariya xwe nebin, hemû rêyên pêkutiyê dike.”