Li Iraqê hewldana avakirina hikumetê, têkoşîna DYA û Îranê…

Li Iraqê piştî hilbijartina di 12’ê Gulanê û vir ve aloziya avakirina hikumetê didome. Herî dawîn derket holê ku formula hikumeta nû jî bi kêr nehatiye.

Îran ji bo nakokiyên xwe yên di warê kêşeyên ekonomîk û siyasî veşêre, hewl dide li dijî DYA’yê Recep Tayyyîp Erdogan bide kêleka xwe. Îran li ser vî esasî dest bi polîtîkaya kuştina Kurdan kir.

Piştî eşkerekirina encamên fermî yên hilbijartina 12’ê Gulanê ya li Iraqê, xebatên avakirina hikumeta nû di 10 rojên dawîn de bi formuleke nû derket holê.

FORMULA HIKUMETA NÛ BI KÊR NEHAT…

Ev formul bi peymana Koalîsyona Fetîh û Tevgera Sadrê pêk hat. Daxuyanî hatin dayîn ku peyman hatiye çêkirin. Li gorî daxuyaniyekê Kurd jî di nav vê peymanê de bûne.

Daxuyaniya Mukteda El Sadr a ku diyar dikir ji bo serokwezîriyê bi kesên serbixwe re peyman çêkirine û hin kesan ev tişt qebûl nekiriye û ev maf wê bibe yê mûxalefetê. Ev jî diyar dike ku ev formul jî bi kêr nehatiye.

Kurdan jî daxuyaniyek dan. Hêzên Kurdan diyar kirin ku wan hê bi tu enî û blokê peyman çênekirine. Qebûlkirina formula nû, tê wateya DYA û Îranê li hev kirine. Bikêrnehatina formulê diyar dike ku, lihevkirin pêk nehatiye û tê dîtin ku ji bo avakirina hikumeta li Iraqê, Îran û DYA li dijî hev têdikoşin.

Îranê ji ser koalîsyona Fetîhê û şewitandina konsolosxaneya li Basrayê, firsenda di destê xwe de bi kar anî û zext li Tevgera Sadr kir û xwest ku bila hikumeteke nêzî Îranê ava bibe û kesekî nêzî wê bibe serokwezîr. Ji ber vê jî Sadrê duh daxuyanî da. Ev tişt jî diyar dike, beriya dest pê bike, formula hikumeta nû bi dawî bûye.

MCGURK Û DÎPLOMASIYA SULEYMANÎ

Hêmana hevsengiyê ya hikumeta li Iraqê ew ê Kurd bin. Kurd pişta kîjan eniyê bigirin ew ê avakirina hikumeta wê eniyê hêsan bibe.DYA û Îranê ya ku hay ji vî tiştî heye, bala xwe dane ser Kurdan. Tê dîtin ku nûnerê taybet ê DYA’yê yê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê Brett Mcgurk, di du mehên dawîn de li Iraq û Hewlêrê ye. McGurk di du mehên dawîn de herî kêm pênc caran bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civiya. Rojeva sereke ya van civînan avakirina hikumeta li Iraqê ye.

Tê diyarkirin ku Mcgurk ji Barzanî xwestiye ku bila piştgiriyê bidin eniya ku ew piştgiriya wê dikin û ji Kurdan dixwazin ku serokwezîriya Abadî qebûl bikin. Tê diyarkirin ku Mcgurk bi qutkirina meaşên pêşmergeyan û bi zextên maddî û siyasî gefê li Barzanî dixwe.

Heke DYA piştgiriya xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne, dibe ku hebûna wê bi xwe jî têkeve xetereyê. Ji ber ku avakirina herêmê û diyarkirina sînorê wê di sala 1991’an de ji aliyê DYA’yê hatibû kirin.

Îranê jî ji bo vê meseleyê hin serdan pêk anî. Îranê ji bo vê meseleyê Kasim Suleymanî peywirdar kiriye yê ku li ser hêzên wê yên bi navê Hêzên Kudûsê ye. Suleymanî jî ji bo avakirina hikumeta li nêzî xwe li Bexda û Hewlêrê hin hevdîtin pêk anî.

Tê diyarkirin ku Suleymanî jî di hevdîtinên PDK’ê re ji bo piştgiriya eniya xwe hin gefên mezin ên wekî rakirina hebûn û rêveberiya wan li Barzanî xwariye. Îranê bi fuzeyan li navendên PDK-Î û HDK’ê xistibû û diyar kiribû ku ‘ev ji bo dijminên me peyamek e.’

SEDEMA KU RÛHANÎ ÇAVÊ KURDAN DITIRSÎNE

Îran bi hinceta mudaxeleya DYA’yê ya li ser wê, hêzên xwe li ser sînorê Iraqê bi cih dike. Tê dîtin ku Îranê li Pêncwîn, Hacîumran, Çoman, Soran û Bradostê piştî civîna li Tehranê hêzên xwe zêdetir kiriye. Tê diyarkirin ku ev gef li dijî DYA’yê ye lê tê dîtin ku piştî êrîşa li Koyê, ev mudaxele dibe ku li dijî Kurdan be.

Li Îranê di warê civakî, siyasî û aborî de kêşeyên giran hene. Kêşe bêtir di nav Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û aliyên mûhafazakar de heye. Rûhanî bi erênî nêzî bangên muzakereyê yên DYA’yê dibe lê serekê rûhanî Seyît Alî Hamaney diyar dike ku ew ê tu carî xwe nêzî hevdîtina bi DYA’yê re nekin.

Di serê biharê de 100 dolar 400 hezar tumen bû, lê niha 100 dolar bûye milyonek û du sed hezar tumen. Krîza aborî ya li Îranê zêdetir dibe. DYA’yê diyar kiribû ku piştî meha Mijdarê divê tu welat petrolê ji Îranê nekire. Bi vê biryarê re firotina petrolê ya Îranê 28 ji sedî de ket. Hê ku ev biryar neketiye meriyetê, lê gelek şîrketên petrolê xwe ji Îranê vekişandin. Ev jî tê wateya ku piştî meha Mijdarê ew ê krîza li Îranê kûrtir bibe.

Îran ji ber vê jî xwe nêzî Tirkiyeyê dike lê zêde baweriya xwe bi Erdogan nayne. Ji aliyekî ji bo ku Erdogan fêm bike Îran bi wî re ye, li dijî Kurdan polîtîkayê pêk tîne.

Bi van geşedanan re Kurd dibe ku têkevin nav tifaqeke nû. Hin aliyên di nav PDK’ê jî tê de, rêxistinên Kurdan dizanin ku polîtîkayên Erdogan li dijî hemû Kurdan e. Ji ber vê jî divê Kurd li hemberî van êrîşan bibin yek.