Li Herêma Firatê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Herêma Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanên Herêma Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Meşa ciwanan bi dirûşma “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” tê organîzekirin. Meş ji gundê Heclincê dest pê kir û wê li gundê Elpelûr ê li rojavayê bajarê Kobanê bi dawî bibe. Di meşa ku bi sedan ciwan tevlî bûn de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Beriya ku meş dest pê bike, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hesen Mistefa axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ew bêdengî weke berdewamkirina Komploya Navneteweyî nirxand.
Mistefa bang li ciwanan kir ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker xurt bikin. Hesen Mistefa li ser navê ciwanên herêmê soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî axaftinê ciwan bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” ber bi mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Elpelûr lê dima, ketin rê.