DFG’ê: Di meha Mijdarê de 3 rojnamevan hatin girtin
Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat gotin 3 rojnamevan hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî bû 40 û 21 rojnamevan jî hatin binçavkirin.
Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat gotin 3 rojnamevan hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî bû 40 û 21 rojnamevan jî hatin binçavkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên Rojnamevanan a meha Mijdarê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin tayînkirin, zext û binpêkirina maf ên li dijî rojnamevanan di meha Mijdarê de zêde bûye. Hat diyar kirin ku di çalakiyên li dijî qeyûman de gelek rojnamevan rastî êrîş û astengiyên polîsan hatine.
‘DI MEHA MIJDARÊ DE 21 ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN’
Di raporê de hat diyar kirin ku piranî rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin û hat gotin ku tenê di meha Mijdarê de 21 rojnamevan hat binçavkirin.
"40 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE"
Di raporê de hat diyar kirin ku hejmara rojnamevanên girtî bû 40.