Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Heleb, Şehba û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ev êriş sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li herêma Şehbayê bi sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk di nava şert û mercên giran ên koçberiyê de bi hêviya vegera li cih û warê xwe ne.
Hate destnîşankirin ku li ber bêdengiya cîhanê, xelkê Efrînê berdêlên giran dide.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku destketiyên Rojava ji bo hemû gelên herêmê û baweriyan sembol û garantiya jiyana bi hev re, wekhevî û azadiyê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li civaka Êzidî ya li Ewropayê dikin ku di vê dema dîrokî de xwedî li xwişk û birayên xwe yên li Rojava û Şehbayê derkeve."
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê diyar kir ku dem ew dem e ku bi tevgera yekîtî û piştevaniyê, bi rengê herî xurt nerazîbûna demokratîk li hemberî êrişan bê nîşandan.
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû:
"Parastina Rojava parastina Şengalê ye. Bi vê têgihiştinê ji bo aştî, azadî û edaletê em li ber xwe bidin û li her derê nerazîbûna xwe li hemberî zaliman nîşan bidin."