FEDA’yê li hemberî êrîşan peyama piştevaniyê da
FEDA’yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û di serî de Elewî bang li herkesî kir ku li hemberî zîhniyeta yekperest û înkarker raweste.
FEDA’yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û di serî de Elewî bang li herkesî kir ku li hemberî zîhniyeta yekperest û înkarker raweste.
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin ku çeteyên ku ji berê heya niha Elewiyan, gelê Kurd û gelên cuda qir dike, niha êrîşî li Rojava û Sûriyeyê dikin û hate destnîşankirin ku çete qadên jiyanî yên sivîlan hedef digirin.
‘DIVÊ HEMÛ GEL HESASIYETA HEWCE NÎŞAN BIDIN’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên navneteweyî jî bi bêbengbûna xwe hevkariya vî sûcî dikin û ev yek hatin gotin: ‘’Ger pêşî li van êrîşên ku wê bandorê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bike, neyê girtin wê di sedsala 21’emîn de pêşiya rejîmên dîktator yên hov û faşîst vebe. Li hemberî van êrîşên ku Şoreşa Rojava hedef digirin, di serî de em Elewî û hemû gel neçar in ku piştevanî û hesasiyeta hewce nîşan bidin.’’
‘ROJ ROJA LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ PARASTINA JIYANA PÊKVE YE’
FEDA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de banga piştevaniyê kir û got: ‘’Beriya ku em dereng bimînin divê em bibin dengê bindestan. Em weke FEDA’yê bang li her kesî dikin ku li hemberî êrîşên qirkirinê bi ruhê Kobanê berê xwe bidin qadan, piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava bikin. Roj roja li dijî faşîzmê û hovîtiyê parastina demokrasî û pêkvejiyanê ye!’’