BI DÎMEN

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê 2 çalakî lidar xistin

Milîsên Arîn Mîrkan ên HBDH’ê li dijî êrîşên li ser Şoreşa Rojava li Stenbolê 2 çalakî lidar xistin.

Milîsên Arîn Mîrkan ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), der barê çalakiyên ku li dar xistine de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HBDH’ê got, “1’ê Kanûnê roja Yekşemê beşa alavan a li Otela Pera ya li Beyogluyê hat şewitandin.

1'ê Kanûnê roja Yekşemê trafoya elektrîkê ya di beşa Bomontî ya li tunela Şîşlî û Kagithanê hat şewitandin.”

HBDH’ê diyar kir ku ew van çalakiyan li dijî êrîşên li ser Şoreşa Rojava lidar xistine û banga bi ruhê seferberiyê xwedî li Rojava derkevin kir.