Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk ku li hemberî gerîla windahiyên giran dide, windahiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Serokê Giştî yê Zafer Partîsî ya nijadperest Umît Ozdag di çalakiyeke partiya xwe de ya li Stenbolê li windahiyên dewleta Tirk mikur hat.
OZDAG MIKUR HAT KU 44 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Ozdag di axaftina xwe de mikur hat ku meha Tîrmeha îsal 44 leşker hatin kuştin. Ozdag got, "Îsal tenê meha Tîrmehê li Bakurê Iraqê, li herêma Pençe-Kîlît me 44 şehîd dan. 10 birîndaran jî lê zêde bikin."
WEZARETÊ GOTIBÛ 3 LEŞKER
Halbûkî Wezareta Parastinê di malpera xwe ya înternetê de îdîa kiribû ku meha Tîrmehê 5 leşker mirine. Hatibû îdîakirin ku yek ji van leşkeran li Somalî, yek ji Sûriyeyê bi krîza dil mirin. 3 leşker jî Piyade Yarbay Abdullah Cem Demirkan, Astsubay Bahadır Rıdvan Talay û Cebrail Açar li 'Operasyona Pençe-Kîlît' mirin.
HPG'Ê RAGIHANDIBÛ KU 56 LEŞKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê jî di bîlançoya meha Tîrmehê de ragihandibû ku 56 leşker hatin cezakirin.