Şandeyek navneteweyî li dijî tecrîdê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir
Şandeyeke navneteweyî li dijî tecrîda li Îmraliyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. Peyamên ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê hate dayin.
Şandeyeke navneteweyî li dijî tecrîda li Îmraliyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. Peyamên ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê hate dayin.
Şandeyeke navneteweyî ya ji rojnamevan, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir ku parêzeriyê ji Rêber Apo re dike. Di serdanê de ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica amade bû û işaret bi girîngiya piştevaniya li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hate kirin.
Parêzer Îbrahîm Bîlmez di serdanê de axivî û got, Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û serdana şandeyê. Bîlmez, wiha got: “Birêz Ocalan hikûmxwarekî jirêzê nîne, di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e. Lê birêz Ocalan xwedî mafên hikûmxwaran jî nîne. Bi salan bû agahî ji birêz Ocalan nedihatin girtin û di 23’yê cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê û birazayê birêz Ocalan, Omer Ocalan çû serdana Îmraliyê û hevdîtin kir. Ev hevdîtin nayê wateya rabûna tecrîdê. Tecrîd didome. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê de li Meclisê silav da DEM Partiyê û hewl dan wisa nîşan bidin ku pêvajoyek dest pê kiriye. Dewlet, teknîkên şerê taybet bi kar tîne. Bi bikaranîna medyaya dewletê nûçeyên derew çêdikin. Nûçeyên wisa diweşînin ku dê bibêjî qey her tim bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin an jî dê bên kirin. Lê ev tevek jî rast nînin. Birêz Ocalan di meseleya kurd de aktorekî girîng e û vê hêza xwe diparêze. Sedema vê jî ew e ku gelê kurd li pişt birêz Ocalan disekine û piştevaniya dostên gelê kurd e.”
Bi domdarî Bîlmez anî ziman ku beriya Abdullah Ocalan bînin Îmraliyê, bi salan ji bo çareseriyên aştiyane têkoşiyaye û wiha pê de çû: “Ji bo vê hewl da û PKK’ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand. Beriya ku birêz Ocalan beriya sala 99’an bibin Îmraliyê, dê ji bo çareseriyên dîplomatîk biçûya Ewropayê lê dewletên ewropî deriyên xwe lê girtin û birêz Ocalan welatekî ku biçûyê tune bû. Ji bo îltîcayê serî li Îtalya û Atînayê da lê paşguh kirin û birêz Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî 99’an jî birêz Ocalan dev ji lêgerîna aştiyê berneda. Ji 99’an heta 12004’ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de karî gelek reforman bike. Dewletê wê demê wisa nîşan da ku qey meseleya kurd çareser kiriy lê belê meseleya kurd nehate çareserkirin û ji sala 2004’an ve ye em pêvajoyeke dirêj dijîn. Nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd, nêzikatiyeke bipirsgirêk e. Heke pevçûnên çekdarî tune bin dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Lê ev xelet e. Meseleya kurd, mafên kolektîf ên gelê kurd û meseleya statûyê ye. Birêz Ocalan jî ji bo vê têdikoşe.”
Parêzer Bîlmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa heyî de li Sûriyeyê geşedanên nû derketin holê. Kurd li rexekî hewl didin paradîgmaya birêz Ocalan ava bikin û li rexa din jî pergala DAIŞ, cîhadperestan heye. Hêzên tarî, li ser sorkirina Tirkiyeyê ketin nava tevgerê. Li dijî vê tarîtiyê, divê kurdên ji bo mirovahiyê li dijî vê tarîtiyê têdikoşin bi tenê neyên hiştin. Piştgirîdayîna birêz Ocalan, tê wateya çareseriya demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn. Bendewariyeke me ji dewletan tune ye, bendewariya me piştevaniya gelên Ewropayê ye. Li gorî me mezinkirina piştevaniya navneteweyî girîng e.”
Di serdanê de hate gotin ku CPT’yê hêj jî rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Îmraliyê eşkere nekiriye. Di berdewamiya serdanê de bal kişandin ser xebatên ku dê şandeya navneteweyî bikin û girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê.