Jinan li dijî desteserkirina îradeyê meşek lidar xist
Jinên ku li Mêrdînê bi pêşengiya EŞÎK’ê meşek li darxistin, li hemberî desteserkirina îdaredeyê ya bi rêya qeyûman peyama piştevanî û têkoşînê dan.
Jinên ku li Mêrdînê bi pêşengiya EŞÎK’ê meşek li darxistin, li hemberî desteserkirina îdaredeyê ya bi rêya qeyûman peyama piştevanî û têkoşînê dan.
Li hemberî desteserkirina Şaradariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi pêşengtiya Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) jin hatin li ba hev. Jinên ku li Taxa Îstasyonê hatin li ba hev, ber bi Şaradariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve meşiyan. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz, Berîtan Guneş jî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de pankarta "Hûn nikarin li ser jiyana me, mafên me, xeyalên me qeyûman tayîn bikin" hat vekirin û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" gelek caran hat berzkirin.
‘DESTHILATDARÎ DESTKEFTIYA HEVSEROKATIYÊ HEDEF DIGIRE’
Di çalakiyê de Gulnûr Aksop li ser navê EŞÎK’ê axivî û di axaftina xwe de da pergala hevserokatiyê bi bîr xist û da zanîn ku feraseta şaredarvaniya wekhev tê hedefgirtin û got: ‘’Em ji vir dubare bang dikin. Hûn ê nikaribin ji jiyan, maf û xeyalên me re qeyûman tayîn bikin.’’
‘JIN WÊ RÊ NEDIN VAN POLÎTÎKAYAN’
Hevşaredar Devrîm Demîr a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin ku destpêkê li vir axivî, diyar kir ku hevgirtina jinan hêzeke mezin e. Devrîm Demîr got, “Têkoşîna me ya ji bo nasnameya xwe wê bidome. Zêdeyî mehek derbas nebû, îmhakirina xebatên jinan ji aliyê qeyûm ve dest pê kir. Projeyên me yên ji bo jinan û hemû projeyên me yên 25’ê Mijdarê rawestandin. Her roj jin tên qetilkirin, em zîhniyeta wan kesên ku ji bo pêşî li qetilkirina jinan vekin projeyên me disekinin dizanin. Em dizanin zîhniyeta yên ku naxwazin jin di nava civakê û şaredariyê de bi dengekî bilind biaxivin ji ku tê. Têkoşîna ku em bi sedsalan li dijî vê zîhniyetê didin meşandin wê bidome. Çawa ku bi salan e me serî netewand, em ê niha jî serî netewînin.’’
‘DI NAVBERA QEYÛM Û ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA DE FERQ TUNE YE’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û anî ziman ku desteserkirina şaredariyan derbe ye. Aydenîz bi bîr xist ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîşîgelê Kurd kir û ev yek anîn ziman: ‘’tu ferq di navbera tayînkirina qeyûman, operasyonên siyasî û êrîşên li ser Rojava de tune ye. Heman polîtîka ne û heman dijminahî ye. Fermana êrîşa li ser Rojava jî û fermana tayînkirina qeyûman jî ji aliyê heman zîhniyetê ve tên dayîn.’’
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.