Li Helebê çima taxên kurdan hedef tên girtin?

Li Helebê çima taxên kurdan hedef tên girtin?

Li bajarê Helebê piştî destpêkirina şoreşa gel, taxên kurdan Şêxmeqsud û Eşrefiye ku wekî cihên aramiyê tên zanîn, hem ji aliyê rejîmê, hem jî ji aliyê muxalefetê ve hedef hatin girtin. Bi êrîşa ku duh pêk hat re, tenê di nava 2 mehên dawî de ji 30’î zêdetir welatî hatin qetilkirin. Ev êrîşane jî wekî, “kişandina kurdan a nava şer”, “derxistina kurdan a ji herêmê” tê nirxandin.

Bajarê Helebê pîştî Şamê bajarê herî mezin yê Sûriyeyê ye. Wekî navenda bazirganî û aboriyê ya welat tê zanîn. Lewre jî, ji her neteweyên li Sûriyeyê dijîn gelek welatî li vî bajarî bicîh bûne. Lê ji bo kurdan taybetmendiyek xweser ya vî bajarî heye. Hema bêje hemû pêdiviyên wekî mazot, benzîn, genim, zeytûn Sûriyeyê ji Rojavayê Kurdistanê têne pêşwazîkirin. Lê di çarçoveya polîtîkaya “kembera erebî” ku ji bo tunekirina kurdan hate meşandin de, rejîmê nehiştiye ku dewlemendiyên ser erd û bin erd yên Kurdistanê ji welatiyên wan re bimîne, her wiha li vir pêşketin çêbibe. Ji ber vê yekê jî hemû dewlemendî birine bajarên wekî Heleb û Şamê. Dîsa bi deh hezaran Kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Kurdên koç kirine jî piranî Helebê bicîh bûn. Niha li vî bajarî derdora 600 hezar Kurd li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê dijîn.

Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê re, tevgera Kurd li hemberî rejîm û muxalefeta siyasî û çekdarî xeta xwe ku wekî “Riya sêyemîn û alternatîf” binav kirin, esas girt. Lewre kurdan alîgiriya tu hêzan nekirin û dest bi avakirina sistema xwa ya xweseriya demokratîk kirin. Li tevahiya Rojavayê Kurdistanê hêzên parastinê hatin avakirin, hêzên rejîmê ji bajaran hatin derxistin û nehat hiştin ku muxalefeta çekdar bikeve herêma kurdan.

Kurdên li Helebê jî di çarçoveya polîtîkaya siyaseta tevgera Kurd de hêzên xwe yên parastinê çêkirin û dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Bajarê Helebê bû navenda şerê rejîmê û muxalefetê, lê taxên kurdan Şêxmeqsud û Eşrefiye di nava bajar de wekî herêmên aramiyê hatin nasîn. Nexasim gelek welatiyên ji neteweyên din jî, ji cihên pevçûn lê ne û koçî van taxan kirin.

PLANÊN DERXISTINA KURDAN

Lê hem rejîm hem jî muxalefetê xwe li aramiyê ranegirt û ketin nava dek û dolaban. Li hemberî van taxan êrîşan destpê kir, lê êrîşkaran berpirsyarî nedigirtin serxwe û hevûdin tawanbar dikirin. Li aliyê din jî muxalefetê dixwest bikeve van taxan û sedem jî wekî, “hêzên rejîmê li vir û ji vir êrîşî me dikin” nîşan didan. Rejîmê berevajî vê yekê bi îdîaya ku, “Komên çekdar li wir, loma bombebaran dikin” êrîş dikirin.

Êrîşa yekemîn di 10’ê Adara 2012’an de li dijî Taxa Şêx Meqsûd pêkhat. Di necama êrîşê de endama Yekîtiya Star Gulê Selmo jiyana xwe ji dest da. Piştre ji van êrîşan bi navber dom kir û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da. Êrîşên herî hovane jî di 25 û 26’ê cotmehê de pêk hatin. Di 25’ê cotmehê komek çekdar xwest bikeve Taxa Eşrefiyê, Lê şêniyên taxê û hêzên YPG’ê destûr neda. Piştî vê bûyerê di heman rojê de, vê carê artêşa rejîmê bi topên hewanê tax topbaran kir. Di encama topbaranê de 15 welatî hatin qetilkirin û zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn.

Hîn şêniyên taxê cenazeyên xwe ji erdê ranekiribûn, rojek piştre yanî di 26’ê cotmehê de, dîsa komek çekdar a artêşa azad ket Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê li ser daxwaza şêniyên taxê heyetek hate avakirin û hate xwestin ku bi komê re bi axive da ku ji taxê derkeve. Lê di vê navberê de koma çekdar diyar kir ku, wan kontrola taxê girtiye destê xwe. Ji ber vê yekê jî bi sedan şêniyên taxê li hev kom bûn û meş lidar dixist. Lê koma çekdar girse gulebaran kir û 13 welatî qetilkirin, gelek ji birîndar bûn. Li ser vê yekê YPG’ê li dijî koma çekdar operasyon da destpêkirin û 19 ji wan kuştin, her wiha kom ji taxê derxist.

Piştî êrîşan fermandarê Artêşa Azad Malîk El Kurdî ji malperek înternetê re axivî û îtîraf kir ku hinek derdorên di nava wan de Kurd jî hene ew bi ser taxa kurdan de ajotine, lê ketina wan a taxê xelet bû. Piştre jî derket holê ku di nava koma êrîşkar de koma bi navê “ketîba Selahadîn” ku ji hinek kurdan pêk tê û nêzî partiya Azadî ye jî heye. Partiya Azadî jî destpêkê ev yek red kir, lê piştre jî îtîraf kir ku ev kom nêzî wane.

Dîsa di cejna Qurbanê de ku qaşo rejîmê û Artêşa Azad agirbest îlan kiribû, li hemberî taxên kurdan êrîş pêk hat.

TEV-DEM'ê jî bi daxuyaniyekê de diyar kir ku hin hêz dixwazin kurdan bikişînin nava şerê ku tu berjewendiya wan tê de nîne, lê ew dê di siyaseta demokratîk de israr bikin. TEV-DEM’ê her wiha hişyariya ku gelê Kurd xwedî îradeyek bihêze û bêdeng namîne.